26/01/2025
Daxuyanî ji Raya Giştî re
Zêdeyî mehekê ye ku Bendava Tişrînê, Bendava Şehîdan rastî êrîşên herî hovane yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi topbarana tund û êrîşên hewayî yên bênavber tê.
Ev êrîş dibin metirsiyeke rasterast li ser derketina bendavê ji xizmetê, ku dibe sedema karesateke mirovî û jîngehê ya giran bo herêmê û navçeyên derdor.
Bendav ji xizmetê derkeve dê bibe sedema herikîneke mezin a avê, ku dê di encamê de deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê di bin avê de bihêle û gund û deverên derdora çemê Firatê bifetisîne.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan a li bendavê, ku bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de ne û erebeyên Heyva sor a kurd kirin armanc ew gelê me bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser bendavê û piştgiriya xwe ji QSD’ê re ber bi bendavê ve diherikîn hedef girtin. Di encana êrîşa hovane de, 21 ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi 203 jî birîndar bûn.
Em dibînin ku ev hemû binpêkirin li ber çavê hemû cîhanê pêk tên, bêyî ti şermezarkirin û bertek li hember metirsiya li ser jiyana sivîlan û binpêkirina rêgezên mafên mirovan were diyarkirin.
Ji vî alî ve em bang li civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî dikin ku erk û berpirsyariya xwe yên mirovî û exlaqî yên li hember gelên herêmê bi cih bînin û ji bo rawestandina bombebarana berdewam û tundiya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên lezgîn bigirin. Ji bo ku karesateke mirovî li herêmê rû nede û parastina sivîlan û binesaziyê misoger bibe.
Bi navê peymangeha Tenduristî ya bajarê Hesekê em van êrîşên hovane yên li dijî sivîlan, ku armanca wan şikandina vîna gel û berxwedana dîrokî û tunekirina hebûna Kurdan e, bi tundî şermezar dikin. Îradeya azad a gelê me û sekna wan a di pêngava bendava Tişrînê de, fedakariyên mezin ên hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin ku mezintirîn destanên lehengiyê li ber çavan dinivîsin, bi rêzdarî silav dikin.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dê vê berxwedana mezin ji bîr nekin. Ku wê bi tîpên zêrîn bê nivîsandin da ku nifşên paşerojê bikaribin wateya rastîn a berxwedanê fêr bibin.
Em bang li hemû gelên ku bi hesreta azadiyê ne û bi rûmet bijîn dikin ku ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ku niha bi hevgirtina me, bi hêza îradeya me re ewlekarî û rewşa herêmê dixe xetereyê bisekinin, mil bidin milê hev û dagirkeriyê têk bibin û serketinê bi dest bixin. Em ê bibin mertalê xurt ê hêzên xwe.
Rêz û hurnetî ji bo şehîdên leheng.
Ji birîndaran re şifaya lezgîn.
Bijî Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî.
Bijî biratiya gelan.
بيان الى الرأي العام
يتعرض سد تشرين سد الشهداء والمقاومة منذ أكثر من شهر لأشرس أنواع الهجمات التي يشهدها تاريخ البشرية من قِبل دولة الاحتلال التركي ومرتزقتها عبر القصف المدفعي العنيف والغارات الجوية المتواصلة. إن هذه الاعتداءات تشكل تهديداً مباشراً لخروج السد عن الخدمة مما قد يتسبب في كارثة إنسانية وبيئية خطيرة على المنطقة والمناطق المجاورة.
كما أنَّ خروج السد عن الخدمة سيؤدي إلى تدفق مياه هائل والتي ستغمر بدورها مساحات شاسعة من الأراضي الزراعية وغرق شوارع القرى والمناطق المحيطة بنهر الفرات.
إن استهداف الطائرات المسيَّرة التابعة لدولة الاحتلال التركي المدنيين المناوبين و كمان تم استهداف الاطقم الطبية سيارات الاسعاف على السد وقافلة التي تضم الآلاف من أهالي مناطق إقليم شمال وشرق سوريا الذين توجهوا إلى السد بهدف التعبير عن رفضهم للهجمات التي يتعرض لها السد ودعمهم لقوات سوريا الديمقراطية التي تحمي الشعوب بمختلف المكونات حيث أسفر الاستهداف الوحشي عن استشهاد اكثر من ٢١ من المدنيين وإصابة ٢٠٤ مدني .
ونرى أن كل هذه الانتهاكات تحصل على مرأى ومسمع العالم أجمع دون إدانة أو أي ردة فعل عمَّا يحصل من تهديد لحياة المدنيين وخرق لقواعد حقوق الإنسان.
ومن هذا المنطلق ندعو المجتمع الدولي والتحالف الدولي أن يقوموا بمسؤولياتهم وبواجبهم الإنساني والأخلاقي حيال شعوب الإقليم وأن يتخذوا الإجراءات الفورية لوقف القصف المستمر والتصعيد التركي على مناطق إقليم شمال وشرق سوريا كي لا تقع كارثة إنسانية في المنطقة ولضمان حماية المدنيين والبنية التحتية.
وباسم المعهد الصحي في منطقة الحسكة ُندين بأشد العبارات هذه الاعتداءات السافرة بحق المدنيين والتي تهدف لكسر إرادة الشعوب ومقاومتهم التاريخية وإمحاء الوجود الكردي، كما نُحيِّي الإرادة الحرة لشعبنا وصمودهم في المناوبة على سد تشرين، ونثني على التضحيات الجسيمة التي تقدمها قواتنا قوات سوريا الديمقراطية ووحدات حماية المرأة الذين يسطِّرون أعظم الملاحم البطولية في مواجهة الاحتلال التركي ومرتزقته، فلن ينسى التاريخ هذه المقاومة العظيمة التي ستكتب بحروف من ذهب لتتعلم منها الأجيال القادمة معنى المقاومة الحقيقي.
ونناشد كافة الشعوب التواقة للحرية والعيش بكرامة بأن يتكاتفوا ويكونوا يداً بيد من أجل مواجهة الاحتلال التركي الذي بات يهدد أمن وأمان المنطقة، وبتكاتفنا وقوة إرادتنا وعزيمة أبطالنا سنتمكن من دحر الاحتلال وتحقيق النصر وسنكون الدرع الحصين لقواتنا.
المجد والخلود لشهدائنا الأبطال
الشفاء العاجل للجرحى
عاشت سوريا حرة ديمقراطية لا مركزية
عاشت أخوة الشعوب