Peymangeha Ziman Û Wêjeya Kurdî Ya Ş.Viyan Amara

Peymangeha Ziman Û Wêjeya Kurdî Ya Ş.Viyan Amara Ev peymangeh bi armanca avakirina perwerdekarên zimanê kurdî ava bûye Silav û rêz
Peymangeha Ziman û Wêjeya Kurdî

Weke ku tê zanîn, Peymangeha Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ş.Viyan Amara bi armanca amadekirina mamosteyên ziman û wêjeya kurdî, hate avakirin. Ji ber wê perwerdekarên me di dema yekemîn de girîngiyê didin pêşxistina xwendekaran di warê xweş xwendin, xweş axaftin û xweş nivîsandina bi zimanê kurdî. Ji hêla pedagojiyê ve, pergala ku di fêrgehan de tê bikaranîn cudaye ji şêwazên dersdayînê yên ku bingeha

xwe li ser guhdarkirina xwendekaran û axaftina perwerdekar ava dike. Di şêwazê ku em di waneyan de bikartînin, divê her xwendekarek bibe beşekî çalak di waneyan de, tê wateya ku rola xwendekar nekêmtire ji rola perwerdekar. Xwendekar baş tê amadekirin, ji bo ku derbasî dema duyemîn bibe û dest bi perwerdebûna di warê wêje û dîroka zimanê kurdî de bibe, bêyî ku astengiyekê di xwendin û nivîsandinê de bibîne. Bi vî awayî, xwendekar di dema duyemîn de dê dest bi naskirina wêjeyê bikin, dê agahiyên bi gelemperî li ser wêjeya kurdî bibin, her wiha waneyên dîroka ziman dê bên dayîn. Di vê demê de waneyên rêziman jî dê berdewam bin, lê di vir de wê ji rêzimana dema yekemîn berfirehtir be. Di sala duyemîn de ev tişt berdewam dibe, lê di vir de mijareke nû dikeve bernameyê ew jî pedagojî ye. Ev mijar jî bi awayekî akademîk û berfireh tê dayîn, ji bilî van meteryalan hemiyan her demekê semîner tên dayîn, ew jî ji aliyê mijar û naverokê ve ne girtî ne, lê belê girêdayî pêwîstiyên xwendekaran e, bi mebesta pêşxistina zihniyeteke demokrat û pêşverû, tên dayîn. Divê em ji bîrnekin ku di bernameya peymangehê de tevlî van meteryal û semîneran, çalakiyên cihêreng hene, çi di warê çand û hunerê de be, çi di warê werzîş û ragihandinê de be. Di peymangehê de komeke şanoyê hatiye avakirin û tîma gogê ya peymangehê ji nû ve avabûye, her wisa hin xwendekar tevlî çalakiyên wênesaziyê bûne û hinan cihê xwe di komîteya ragihandinê de girtine, xebatên kovara dîwarê û xebatên li ser rûpela peymangehê di fêsbookê de dikin.

Address

Afrine
787

Telephone

00963217870085

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Peymangeha Ziman Û Wêjeya Kurdî Ya Ş.Viyan Amara posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Shortcuts

Share