14/05/2026
Komxebata Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Rêzeçalakiyên Roja Zimanê Kurdî di Roja Duyem de
Di nav atmosfereke tije serbilindî û rûmet de, îro çalakiyên roja duyemîn ên taybet bi Roja Zimanê Kurdî birêve çûn. Bernameya îro bi çalakiyên rengîn bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê:
- Helbestvan Salihê Heydo helbesteke taybet bi vê boneyê xwend.
- Komek ji xwendekaran beşdarî çalakiyekê bûn; wan bi pênûsên xwe li ser girîngiya zimanê dayikê û parastina nasnameyê, bi zimanê kurdî hevokên watedar nivîsandin.
- Sê nivîskar û lêkolerên ku bi salan keda wan di warê ziman û wêjeya kurdî de heye hatin xelatkirin (Dr. Luqman Guldivê, Emîna Emer (Keça Kurd) û Munzir Şiyar).
- Di çarçoveya çalakiyan de, hat ragihandin ku amadekirina Asta Yekem a pirtûka hînkirina zimanê kurdî ya ku ji aliyê Beşa Zimanê Kurd û Enstîtuya Zimanan ve dihat meşandin, bi dawî bûye û amade ye.
Di dawiyê de, xwendekaran bi stranên kurdî reng û şahî dan vê rojê û atmosfereke germ ava kirin.